Print this page

Îtîlaf: Bila penaberan bibin cihekî aram

RojavaNews :Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê (Îtîlaf) daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku erkê xwe beramberî penaberên Sûriyê  rabe û kar bike da ku kirîza penaberên Sûriyê bidawî bike.

 Her  wiha daxwaz kir ku cihên aram bo wan penaberan peyda bike heta ku ew vegerin welatê xwe.

Îtîlafê daxwaz kir ku civaka navdewletî bi hecmê kirîza Sûriyê hest bike û muameletê li gor stratîciyekê ku rêzê li mafên mirovan bigre ligel wan penaberan bike.

09:29:55