Print this page

DAIŞ li taxeke Şamê şerê opozîsyonê dike

Rojava News: Şer û pevçûnên giran di navbera rêxistina DAIŞê û hêzên dijbereya Sûriyê de berdewam in. Li taxa Qedem a Şamê şerê kolanan diqewime.

 

Şerê  kolanan di navbera herdu aliyan de gihîştiye hinek xalên nêzîkî navenda Şamê. Bi sedema vê yekê jî niştecihên wan deveran neçar bûn ji mal û taxên xwe derkevin.

 

Li başûrê Şamê, li taxa Qedem ya ku ketiye destê DAIŞê de, şerê kolanan di navbera çekdarên wê rêxistinê û hêzên dijbereyê de qewimîn û hêj berdewam nin.

 

Di encama wan şer û pevçûnan de, 15 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin.