Print this page

Li Lazkiye Çiyayê Kurdan hate bombarankirin

Rojava News: Balafirên şer ên Artêşa Esed çend cih li devera Çiyayê Kurdan li derdroa Laziqiyê bombebaran kirin.

 

Ajansên xwecihî yên nûçeyan li Sûriyê ragihandin, ku balafirên Artêşa Esed çend cihên di jêr kontrola hêzên dijbereyê de bombebaran kirin, lê ti agahî derbarê ziraran de belav nekirin.

 

Herwiha hat ragihandin, ku weke bersivdanekê hêzên dijbereya Sûriyê êrişî çend navendên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê li devera Qimet Nebî Yûnis kirin û ew cih dan ber Hawinan.

 

Herêma Çiyayê Kurdan ji aliyê îdarî ve ser bi navçeya Laziqiyê ve ye û zêdetirî 100 hezar kurd li wir dijîn.

 

Li gor agahiyan, ji destpêka şerê naxweyî yê Sûriyê ve hejmareke mezin ji wan ji kurdên vê herêmê ji mal û warên xwe koçber bûne.