Print this page

Welatiyên Sûrî di riya Cemsera Bakur xwe dighînin Europa

RojavaNews :Bi dehan welatiyên Sûrî ku ji ber şerê li wê welatî ber bi Europa koçber dibin  di riya Cemsera Bakur ji Rûsiyayê diçin Nerowcê dago bighin Europa.

Hans Molîbakin berpirê asayişa Kirkînîs ya nêzîkî navende  Storskoga sînorî ragihand, hejmara ew kesên ku ji Rûsiyayê derbasî Nerowcê di riya Cemsera Bakur bi rengekî neyasayî gihiştiya 150 kesan ku piraniya wan xelkê Sûriyê ne, û tê zanîn ku pileya sermê li wê deverê di werzê zivistanî de dighê -13 .

Molîbakin tekez kir ku di sala 2014e de hejmara ew kesên ku bi vê awayî derbasî dewletên Europa bûn ne gihiştiya deh kesan.

Cemsera bakur xala herî bakura cihanê ye, Ewê li ser Derya bakurê cemed de ye , di 6'ê adarê 1909an de du Amerîkan Matthew Henson û Robert Edwin Peary tev gîhîştine wir û ew hat doz kirin.

Werger: Nalîn Hesen

11:02:45