Print this page

Milyardêrekî Misrî dixwaze giravekê ji bo penaberên Sûrî bikire

RojavaNews :Milyardê Misrî  yê bi nave Necîb Sawyris pirojeyek pêşkêşkir û di wê pirojeyê de daxwaza kirîna giravekê ji giravên Îtalîa yan Yonanstanê kir dago bibe dewletek nû ji penaberên Sûriyê re.

Di destpêkê de Necîb ev daxwaza xwe li Twitter belav kir û piştre ew li ser kanalên medyayî ragihand ku ewê nameyek ji herdu welatyên Îtalîa û Yonanstanê bişîne dago plana wî were cîbicîkirin.

Necîb tekez kir ku bi dehan giravên girdayê bi Îtalîa yan Yonanstanê ti kes li ser jiyana nakin û ew jî jiyana li ser wan dibe, û herweha nerxê giravekê ji 10ta100 milion dolar , lê ez dikarim giravekê bikirim û malên demkî ji xelkê re avabikim ta ku ew ji xwe re mal , nexweşxaneyan, dibistanan avabikin û jiyana xwe li wê deverê berdewam bikin.

Werger :Nalîn Hesen

11:25:45