Rojava News: Rêxistina tundrew ya İslamî El nusra der dorê balafirxaneya “Ebû Dihûr” ya nêzîkî bajarê Idlibê kontrol kir.
Şer û pevçûn ji dohî ve di navbera çekdarên El Nusra û hêzên rejima Suriye de didomê. Hat zanîn li nêzîkî balafirxaneya Ebu Dİhûr şer û pevçûnên giran derketin, di encamê de çend deverên derdora balafirxanê ji alîyên Nusra ve hat kontrol kirin.
Di şerê li ber dergehê balafirxaneya Ebû Dihur da derketiye gelek kuştî û birîndarên her dû aliye hene lê hurgûliyê wê nayen zanîn.
Her weha ji aliyêdin ve jî şer û pevçûnên di navbera El nusra û çekdarên rejimê de berdewama, otomobîleka bombarkirî di nav hêzên rejimê de hate teqandin.
Sinem Bakir
11:29:29