Print this page

Kemyoneta karkêrên zeviya wergeriya 6 mirî 39 birîndar

 

Rojava News: Li gor zanyariyên ji malperên Tirkî hatine wergirtin,  Kemyoneke mezin ya bargilgir  ku bêtir karkerên penaberê Suriye  ji bo karê zewiya û zireatê dibir  qulubî, 6 kes li ciyê buyerê jiyana xwe ji dest da 39 kes jî birîndar bûn.

 

Hat zanîn ji wan 6  kesên jiyana xwe ji dest daye 4 ê Suriye bune, 2 kes jî xelkê deverê bûne.

 

Lê belê hêj nasnama wan kesên ku penaberê Suriye ne nehatiye diyarkirin.

 

Parezere Hetay li ser rupela  fermî belavkir ku; “Di Qezaya li ser rêya Hetayê rudayê  de 6 kes mirin 39 kes jî birîndarbûn, ji yên jiyana xwe dest dayî 4 kes Penaberên Suriye ne, lekolîn di derbarê nasnamaya wan de hatiye destpêkirin.”

 

Û Hemen demê hat gotin;  ji birindaran jî 28 kes xelkê surî, 11 jî xelkê deverê ne.

 

Sinem Bakir

 

10:45:17