Rojava News: Li gorî agahiyên rêxistina Çavdêriyan Mafê Mirovan ya Suriyê ku navenda xwê li Londonê ye ragihandiye; li bajarokê Hajîn yê bi ser Dêrezorê 3 welatiyên sivil bi rêyên ne mirovana û wehşetî hatine kuştin.
Jinek li bajarokê Hajîn bi tewanbariya madeyên hişber bi kar anine bi kevîran hate kuştin.
Her wiha zilamek bi sucê homoseksuelî (hevezayendî ) ji i cihekî bilind avêtin û kuştin.
Li bajarê El-Bokamal jî kesek ku girtî bû; bi tohmeta gendalî li ber çavên zarokên wî hate darvekirin.
Sinem Bakir
11:29:04