Print this page

Hêzên bi ser dijbereya Surî herêmên peytaxt Şamê kontrol kirin!

Rojava News: Grupek bi nave artêşa  îslamî ya bi ser dijbereya Suriye  herêma Til Kurdî ya Şamê ji destê hêzên rêjîmê derxistin.

 

Grupa bi nave Artêşa  îslamî ya bi ser dijbereya Suriye  bi daxuyaniyekê  ragihand ku herêma Til Kurdî ya li nêzî girtîgeha navendî ya Şamê ye bi temamî ji hêzên rêjîmê paqij kiriye.

 

Di daxuyaniya  Artêşa  îslamî de her wiha hate gotin ku di pevçûnan de gelek amûrên  leşkerî yên rêjîmê hatin ruxandin her wiha kuştî û birîndarên rêjîmê gelek çêbûne.

 

Lê  derbarê hejmarê de tu agahî ne hatin dayîn.

 

Li aliyê din jî hate gotin ku çekdarên Artêşa İslamî   gelek avahiy û saziyên  rejimê xistine bin kontrola xwe û tê de bicîh bû ne.

 

Di heman demê de li herêma Muxeyem El-Wfîdên a Şamê jî pevçûn derketin, lê derbarê encamê de tu agahî ne hatin bi destxistin. Hate gotin ku hêzên rêjîmê ji ber şer û pevçûnan girtîgeha Jinan a Edra bi temamî vala kiriye. Hin saziyên çepemeniyê yên rêjîmê destnîşan kirin ku komên çekdar çend saetan ketin herêma nêzî girtîgehê.

 

Li aliyê din jî Artêşa Sûriyê nuçeyên di derbarê “herêma Til Kurdî bi temamî ji dest hêzên rêjîmê hatiye derxistin” deriwandin û got ku êrîş pêk hatin û hêzên rêjîmê êrîş vala derxistin.

 

Sinem Bakir

10:31:11