Rojava News: Doh hin topên hawin ji cihên nenas hat avêtin bi ser navenda Şamê Dwêlaanê û 12 welatiyên sivil hatin kuştin.
Çend tope hawinê ji cih û aliyê kesên nenas ve hat avêtin bi ser navenda Şamê Dwêlanê, di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji destdan gelek welatî jî birîndar bun, li gor hatiye zanîn di nav kuştî û birîndara de jin û zarok jî hebûn,
Her weha çend top li navçeya El-Tebale û El Sinaa li derdora Mizgefta Bîlal ketiye û di encame de çend kesên sivîl brîndar bûne.
Hemendemê topbarana hawinê li ser navçe û navendên Şamê berdewame, lê belê her yek ji rejim û dijbereya Surî hevûdû tohmetbar dikin bi topbarana ser sivîlan.
Sinem Bakir
10:31:54