Print this page

Çavderiya mafê Mirovan: El-Nusra bi sadan fûza û roket avêtin herêmên Şîiyan

Rojava News: Hate ragihandin ku terorîstê  El-Nusra tevî hêzên alîgirên xwe bi 5 otomobîlên bombebarkirî û zêdetirî 370 fûzayan êrîşî du bajarokên şîiyan kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra, Partiya Îslamî ya Turkistanî û Rêxistina Cund El-Eqsa êrîşî bajarokên El-Fûaa û Kefreya yên şîiyan ên li parêzgeha Îdlibê kirine.

Endamê rêxistina El Nusrayê herî kêm 5 otomobîlên bombebarkirî li dijî herdu bajarokan bi kar anîne  û zêdetirî 370 fûza avête wan.

Bi hezaran welatiyên şîa li herdu bajarokan ku di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de ne, jiyan dikin û ev demeke dirêje herdu bajarok ji aliyê terroristê El-Nusra ve hatine dorpêçkirin.

Li herdu herêman şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û endaê El Nusra de didomê û ji aliyekî din balafirên şer ên rêjîmê herêmên derdora herdu bajarokan bombebaran dikin.

Heya niha tu agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de nehatine bidestxistin.