Rojava News: Frokên şer yên bi ser Artêşa Rejima Suriye rojihilatê Humusê bajarê Tedmurê ku berî niha bi demeke nêzîk ketê bin kontrola DAİŞê bomberan kir, li gor zanyariyên destpêkê 32 kesên sivil ku piraniyên wan jin û zarokin hatin kuştin û 150 kes jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ji herêmê hatine wergirtin: Frokên rejima Esad bi ser Tedmurê de ku ev demeke ketiye bin kontrola DAİŞê bombe barand pirani yê xwe jin û zarok 32 welatî mirin, 150 kes jî birîndar bûn.
Li gor hatiye zanîn; Di bombaranê de 3 malbatê Tedmurî bi hemû neferên xwe mirin.
Çawkaniyên ji herêmê balkişandin ser wê yekê ku; Balafirên rejima Suriye welatiyên sivil kirine ermanca xwe.
Sinem Bakir
11:06:55