Rojava News: Balafirên rêjîmê doh piştî nîvro yekşemê bi bermîlên teqîner gundewarê başûrê Xema yê El-Telûl El-Humur bombaran kir, welatiyekî sivil jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn, birîna hineka jî grane.
Ji aliyêdin ve jî li hemen herêmê gundê El-Cemalî û El-Ziyara Û El-Hemîdiyê El-Mensûra Û El-Qerqûr hate bombarankirin û gelek male xelkê hatin vêrankirin.
Hat zanîn di wan bombarana de hêjmara birîndara zêde buye, lêbelê encamek zelal nehatiye wergirin .
Sinem Bakir
10:55:54