Print this page

Hums: Balafirên şer yên rejimê bi bombaranê Tedmûr wêrankir!

Rojava News: Balafirên Rêjîme îro sibehî bi bermîlên teqîner  êrîşe ke giran bireser Tedmurê, kuştî û birîndar gelekin, termê welatiyên sivil  bin kavilê avahiyan de mane.

 

Çalakvaneki ji Rojava News re diyarkir û got; "Ji dema ku Tedmur ketiye bin kontrola DAİŞê  ev cara yekemîne ku hêzên rejimê bi vê giraniya bombabaranek  bi ser welatiyên sivîl de pêkaniye.

 

Li gor heman zanyariyan kuştî û birîndar gelekin, termê welatiyên sivil bin kavilê avahiyan de mane û xelkên sivil hewldidin da karibin kuştî û birîndaran ji bin moloza derbixin.

 

Ta niha hêjmara kuştiyên li Tedmur û gundewarê derdora wê ne diyare.

 

Sinem Bakir

 

11:49:11