RojavaNews : Weku îro salek li ser êrîşên balafirên hevpeymaniya navdewletî li ser deverên ku DAIŞ li Sûriyê control kirî re derbas dibe.
Êrîşên balafrên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Emerîka li ser ketîbeyên tendirew mîna eniya el-nusra û artêşa el-sune bû lê êrîşên herî bi hêz li ser rêxistina dewleta islamî li Iraq û Şamê bû ya ku niha tê naskirin bi rêxistin DAIŞ ku ta niha ew êrîş li çend deverên Sûriyê berdewam dike .
Xaka rojavayê Kurdistanê jî bara xwe ji wan êrîşan birin ku di riya wan balafiran re bajarê kobanê û 356 gundên derdora wê ji çekdarên DAIŞ baqij bû herweha bajarokê sirîn , sere kaniyê , Til Koçer , çiyayê ebdil ezîz û bajarê Hesekê û gundewarê wê , ku di wan deveran de rêxistina DAIŞ 15 hezar KM çargoşe ji dest hat derxistin.
Herweha ewan balafiran li kêleka hin ketîneyên islamî beşdarî şerê li dijî DAIŞ li bakûrê gundewarê Helebê bû ku di encam de bi sedan kes di wan êrîşan de hatin kuştin ku piraniya wan çekdarên DAIŞ bûn .
Li gor rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku di heyama salekî de herî kêm 3550 hatine kuştin û di heman demê de bi sedan kes birîndar bûne.
Di nava kuştiyan de 225 kesên sivîlin bûn 65 zarokin û 40 jinin .
Herweha 31 zarok , 19 jin û 13 mêr di encama komkujiya ku balafirên hevpeymaniyan li nêzîkî gunê sirîn ya ku di keve başûrê bajarê kobanê pêkanî , bûn qurbanî .
Di êrîşên balafiran li ser pêgehên DAIŞ li Dêra Zorê , Hesekê , Hims , Hema û Helebê de 3178 ji çekdarên DAIŞ hatin kuştin ku ji regeznameyên Sûrî , Iraqî û biyanî bûn mîna Ebo Osama el-Iraqî , Amir el-refdan û Ebo Seyaf .