Print this page

Jon Kiri : piştgirya Rûsî li Sûriyê dibe sedema lihevketineke Rûsî Emerîkî li ser xaka Sûriyayê

RojavaNews :Emerîka helwestên xwe di derbarê destwerdan û piştgiriya Rûsiyayê ji rêjîma Esedre dide diyarkirin û dibêje ku hebûn û piştgirya Rûsî li Sûriyê dibe sedema lihevketineke Rûsî Emerîkî li ser xaka Sûriyayê.

Jon Kiri wezîrî derve yê Emerîka roja Çarşemê di kongireke rojnamevanî de ragihand ku piştgirya Rûsya ya leşkerî ji Beşar ElEsed re dibe sedema lihevketineke leşkerî di navbera hêzên hevpeymaniya navdewletî yên ku şerê rêxistina DAIŞê li Sûriyê dike, û hêzên Rûsî yên ku piştgirya Esed dikin.

Kiri herweha da xuyakirin ku ew metitsiya Emirîka ji van destwerdanên Rûsî yên leşkerî li Sûriyayê bi riya peywendiyekî telefonî de li gel  Sergi Lavrov wezîrê derve yê Rûrsiya eşker kir .