Rojava News: Berî civîna xwe li gel berpirsên Îranê, Wezîrê Derve yê Amerîka nerîna xwe eşkere kir ku hêlek nû bo çareseriya cenga Sûriyê hatiye diyar kirin. Heftiya bê dê bêşveçûnek sazbibe. Ji bo bidawî anîna bêhtrî 4 salan ji cengê li Sûriyê.
Li gorî berpirsên Ewropa John Kerry dixwaze insiyatîvek nû pêşkêş bike. Bi mebesta danana çareseriyek siyasî bo pirsa Sûriyê. Ew çareserî gelekî girînge bi taybet piştî ku Rûsiya rasterast derbasî Sûriyê bûye da ku piştevaniya Esed bike û pêla penaberiya bê sînor ji Sûriyê ber bi Ewropa ve.
Bi gotina çavdêrên siyasî, insiyatîva Amerîka ku heta niha nehatiye diyar kirin. Dibe ku wiha be; Rûsiya ku piştevaniya Esed dike ligel heryek ji Siûdiyê, Tirkiyê û Qeter ku piştevaniya opozisyona Sûriyê dikin bicive.
John Kerry di dema ku dixwest wêneykî ligel wezîrê derve yê Îranê bigre ji rojnamevan re got: “Ez dê di vê heftiyê de derfetekê peyda bikim bo hejmarek welat rola xwe di çareserkirina yek ji pirsên giran yên Rojhilata Navîn de bibînin.”
Navborî got: “Em pêwîstî sazkirina aştiyê ne çi li Sûriya , Iraq û temamî navçeyê. Ez dê vê heftiyê derfetkê peydabikim bo pêşketinek di çareseriya pirsa Sûriyê de çêbibe.”
Lêbelê Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf tekez kir, divê rêkeftina 14 Temûzê ku di navbera Îran û welatên 5+1 de hatibû imze kirin bi cidî bê cîbicî kirin. Navborî got jî: “Em hêvî dikin ku ev rêkeftin rasteqîne were cîbicî kirin û gomanên di navbera me de nemînin da hemî pirsên din pêşve biçin.”