Rojava News: Rawengeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand: Çekdarên DAIŞê yarîgehên zarokan li bajarê Meyadîn ser bi Parêzgeha Dêra Zorê ve girtin. Bi mebesta ku kur û keç tevhev ne bin.
Rewangehê ragihand: “Li bajarê Mayadîn çend yarîgehên zarokan ji aliyê çekdarên DAIŞê hatin girtin, bi hinceta ku zarokên kur û keç tevhev dibin û jialiyekî din ve jî malbatên wan jî bi vê hicetê tevhev dibin. Lewma çekdarên DAIŞê biryara wan yarîgehan dane.”
Li gorî hin çalkvanên wî bajarî, Polîsên DAIŞê ji yekemîn roj a cejna Qurbanê li ber dergehên yarîgehan rawestiyan, Gelek welatî bi hinceta ku wan cilên Şerî liber xwe nekirine hatin destgîr kirin.
Herwiha li bajarê Reqayê ku wek paytexta dewleta DAIŞê tê nasîn, Polîsên DAIŞê 3 jin li yarîgehekê destgîrkirin bi hinceta ku kesekî “Mûherem” li gel wan tine ye. Ew 3 jin birin yek ji zinadanê xwe.
10:18:11