Print this page

Îtaliya..1151 koçber ji xenqandinê di nava deryaya Spî hatin rizgarkirin

RojavaNews :Hêzên Deryayî yên Îtalyayê di heyama rojekê de 1151 koçber ji mirinê rizgar kirin.

Hêzên Deryayî yên Îtalyayê duh, di daxuyaniyekê de ragihandin, ku wan 11 operasyonên cuda cuda ji bo rizgarkirina koçberan  ji xenqandinê di nava deryaya Spî pêk anîne.

Li gorî heman daxuyaniyê, Hêzên Deryayî yên Îtalyayê di operasyonekê de 308 koçber ku dixwestin bi  riya belemên lastîkî bighin girava Lambîdoza ya Îtalî ji mirinê xelas kirin, herweha di operasyonekê din de jî 441 kes ku bi heman şêweyî dixwestin derbasî wî welatî bibin ji xenqandinê hatin rizgar kirin.

Eve demeke, rojane bi hezaran xelk bi rengê ne yasayî û bi riyên metirsîdar koçberî dewletên Ewropa dibin, ku piraniya wan xwelkê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ne.

Nalîn Hesen