Rojava News: Serokê Îtilafa Sûriyê ragihand ku avakirina herêma ewle vê ji bo xelkê deverê bibê cihekî sehl û ji gelek kesên ku cihê xwe ji ber bermîlên teqîner berdi dê bibe star.
Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce li New Yorkê di dema civîna 70.mîn ya NY, bi Serokomarê Frasayê François Hollande re civiya û herdu aliyan behsa herêma ewle û destêwerdanên Rûsya, Îran, Hizbullah û DAİŞê di Sûriyê de kirin.
Serokê Îtilafa Sûriyê herwiha di sempozyûma (Ledwa) bi navê “Reva ji Bermîlên Esed “ behsa rewşa Sûriyê kir û tekezî li ser girîngiya avakirina herêma ewle li Sûriyê kir. Û got 4 milyon penaberên Suriye yê li welatê derdor jî, ji %95 tekez dikin ku ji ber bermîlên teqîner yê Esad reviyane.
Xoce got; Bi saya herêmên ewle dê heftane herî kêm 200 kesên sivîl ji mirinê rizgar bibin, û dê pêşiya penaberiyê jî rêjeyekê kêmbikê.
Serokê Îtilafê amaje kir ku divê civaka navdewletî li hember tawanên Esed bêdeng nemîne daku krîza Sûriyê were çareserkirin. Ûgot pêviste rayederên Ewropa tecrubeya Ruanda, Bosna jibîrnekin.
Xalid Xoce herwiha got; Îran, Rusya, Hizbullah û DAİŞ pêviste rasterast tedaxulî gelê Suriye nekin û bêne şermezarkirin û xaka Suriye bi terîkînin.