Rojava News: Baskê parlemena Rusya ya bilind daxwaza Serokê Rusya Vilademîr Putîn ya ku li Suriye di şerê li dijî DAİŞê de beşdarbin pesendkir.
Parlementoya Rusya yê fermana bikaranîna Hêzên çekdariya Rusya li Suriye da Vilademîr Pûtin.
Tê zanîn berî niha li gor hatibû ragihandin, Suriye li himber DAİŞê daxwaza alikariyê ji Rusya kiribû. wek bersiv ew pêşniyar ji aliyê Putîn ve ji Parlemena Rusya ya bilind re hate pêşniyarkirin..
Serokê Rusya daxwaza derfeta rêkirina artêşê bo dervay welat kir, û baskê bilind yê parlemena Rusya ev pesend kir, ku div ê çerçeveyê de rêkirina leşkeran bo Sûri jî cih digrê. Bi teybet Encumena Federal a Rûsyayê derfet da artêşa welatê xwe bo pêkanîna operasyonên asmanî li derbeyî sînor bi taybetî jî li Sûriyê.
Piştî eşkerekirina vê biryarê Serokê birêveberiya Kremlînê Sergey Ivanov got; Piştî ku ji Rusya jî gelek kes çûn û beşdarî refê DAİŞê bun ev wek metirsiyekê dê demê pêş derkevê pêş ewlehiya netewaya Rusya.
Hemen jî got; frokên Rusya vê ne li ser koordinate Hevpeymaniya Li dijî DAİŞê bombaranbikê, bêtirî xwe li ser dawxaza Suriye bike, û balkeşand ser wê yekê ku leşgeran ji bo operasyonê bejayî rênakin xaka Suriye.
Li gor vê biryarê bi teybet dê ji esmanê Suriye de bombaranê xurt li himber DAİŞê pêkbînin.
Sinem Bakir
11:56:58