RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 8 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Hat gotin balafiran 6 êriş derdora bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê, pêk anîn û di encamê de yekîneyên taktîkî, navend û otombîlên rêxistine DAIŞê hatin bombebarankirin.
Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 20 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.
Nalîn Hesen