Rojava News: îro sibehî zû (03ê cotmehê) li devera Sefa di Taxa Kerm El-Cebel piştî ku şer û pevçûnên giran di navbera hêzên rejimê û şervanên bi ser dijbereyê de rûdan avahiyek ket bin kontrola hêzên opozisyonê.
Li Helebê li eniya Suleyman El Helebî jî şer û pevçûnên giran rûdan, herweha hêzên rejimê jî dever da ber bombeyan.
Piştî bombarana rejimê li taxa Birec ya bakurê Rojhilatê Helebê şer û pevçûn dîsa di navbera rejim û opozisyonê de germ bû. OPozisyona Surî jî Selah El-Dîn, Û Cemîliyê cihê ku hêzên rejimê lê di singerdebûn da ber topên reşaşe.
Lêta niha di derbarê zerarên canî û meddî tû zanyarî nehatine wergirtin.
Sinem Bakir
10:55:45