Print this page

DAIŞ deriyê bajarê Palmîra teqand

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞêderiyê bajarê Palmîra (Kevana Serxwebûn) yê kevnar teqand.

 

Endamê DAIŞ’ê piştî ku bajarê Palmîra yê kevnar û dîrokî ya Sûriyeyê dagir kir, gelek perestgeh û deverên kevnar teqandin. Çeteyan beriya  niha bi dû mehan 2 perestgeh ku navên wan di lîsteya kevneşopiya mirovahiyê ya navnetewî de bûn, teqandin.

 

DAİŞê  herî dawî devereke din a kevnar a bi navê Kevana Serxwebûnê teqandin.

 

Kevana Serxwebûnê li ber deriyê kalan stûnan a bajarê dîrokî beriya bêtirî 2 hezar sal di serdema dewleta Romanî de hatiye avakirin.

 

Rêxistina terorîstî DAIŞ’ê di 20’ê gulanê de bajarê dîrokî dagir kir û ji wê demê ve gelek deverên girîng ên dîrokî teqandin.

11:25:14