Print this page

Rûsya: Divê rêz ji serweriya Sûriyeyê re were girtin

Rojava News: Piştî ku Rûsya dest bi êrîşên xwe yên asmanî li Sûriyeyê kir û Tirkiyeyê û Amerîka li dijî wê yekê derketin, Rûsya weke bersivekê ragihand ku ew bi ti awayî avakirina ‘Herêma Ewle’ li Sûriyê qebûl nake.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ji ajansa Interfax a Rûsyayê re ragihand, ku avakirina herêma ewle li Sûriyeyê binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Mikhail Bogdanov  got, ku divê rêz ji serweriya Sûriyeyê re were girtin.

Tevî vê yekê jî hêj hewlên Tirkiyeyê bo avakirina wê herêma ewle berdewam in û Serokê Encumena Yekîtiya Ewropa Donald Tusk piştî civîna bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li Brukselê ragihand, ku wan di civîna xwe de behsa avakirina herêma ewle li Sûriyê jî kiriye.

Rûsya dibêje, balafirên wê êrîşî DAIŞê û Eniya El-Nusra dikin, lê dijbereya Sûriyeyê dibêjin, balafirên Rûsya nek cihê DAIŞê belku cihên komên çekdar ên ser bi dijbereyê ve bombebaran dikin ku li gor gotina wan di wan êrişan de xelkê sivîl jî dibin qurbanî.