Print this page

Minbîce: DAIŞê zarokan ji bo kuştina mirovan perwerde dike!

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞê zarokên biçûk  ji bo ku karibin mirovan infaz bikin û êrîşên xwekujî li navêndên metirsî  pêkbînin perwerde dikin.

 

Li gorî agahiyên çawkaniyekê ji Radiyoya Rojava News re ragihandiye; Rêxistina terorîstî DAIŞê li bajarê Minbîce ya bi ser Helebê ku Kurd jî lê gelekin, zarokan biçûk kom dike û perwerde sistematîk ji bo kuştina mirovan û êrîşên xwekûjî bi wan dide.

 

Li gor zanyariyên ji  wê çawkaniyê hatine wergirtin;  DAİŞê dibistaneke  ferkirina zaroka ya bi nave El-Şabab vekiriye, û ji welatiyên deverê kesên ku digrin û di derbarê wan de biryara kuştinê distînin didin destê wan zarokan û wa li ser mirovên zindî ferî kuştinê dikin.

 

Minbîce nêzîkî 2 salaye di bin kontrola DAİŞê de ye û nêzîkî bajarê Helebê ye.

 

Sinem Bakir

11:26:47