Rojava News :Artêşa Sûrî a Azad û Ketîbeyên şoreşger 20 erebeyên leşkerî ên hêzên Esed li Gundewarên Hema ê Bakurî wêran kirin, di dema bergirya hewldana hêzên Esed ji pêşveçûna di gundê "Mean" ê alîgirê rejîmê, ber bi deverên rizgarkirî ve li Gundewarê Hema ê Bakurî bi piştgiriyek azmanî ji firokên Rûsî, bi armanca dûbare destdanîna li ser bajarên Letamnê û Kefer Zêta, Xan şêxûn û Me`eret El – Nu`man li Gundewarê Idlibê ê Başûrî.
Şerekî giran li ser rêbenda Mesasnê, û derdora gundê Me`an, û her du bajarokê Mi`erkebê û Morik li Gundewarê Hemayê, di encamê de bêtir ji 20 erebeyan , di nav de 11 tang û 5 erebeyên BMB, û wêrankirina dikên saûxan ên hêzên Esed, û kuştina bi dehan ji hêzên rejîma Sûrî.
Şêwirdarê Artêşa Sûrî a Azad Usama Ebû Zêd diyar kir ku zanyariyên nîvtekezkirî hene dibêjin berî çend rojan hêzên Iranî bi piştgiriya hêzên Esed xwe ji bo operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûryayê amade dikin, û yek ji xetên wê yên serek Gundewarê Hema ye, bal kişand ku serokê ketîbeyan civîneke lidar xistin, pilanên bergiriya çi hewldanên êrîşê gotubêj kirin, û berdewam kir, ku encama van pilanan duh wêrankirina 20 erebeyan û 11 tangan bû.