Rojava News: Ji ber bombebarankirina balafirên şer 20 teqîn li bajarê Reqa yê Sûriyê pêk hatin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê balafirên şer li derdora bajarê Reqayê ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye gelek êrîş pêk anîne.
Hat ragihandin ku ji ber bomebarankirina balafiran dengê 20 teqînên ku pêk hatine, hatiye bihîstin û agir li hin deverên teqînan pêketiye.
Navendê ragihand ku ji ber bomberankirinê ziyanên mirovî hene. Lê nehatiye zanîn ku balafirên êrîş pêk anîne, girêdayî kalisyonê ne lê girêdayî Rûsiyayê ne.