RojavaNews :Duh yekşemê rêxistina DAIŞê ji deverên girêdayê bi gundewarên Helebê vekşiye û ew cih û tax radestî hêzên bi ser rêjîma Esed ve kir.
Li gor zanyariyên Rojava News, duh rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê ji her yek ji devera Azad, gundê Kefer Tone û derdora çiyayê Enter li gundewarên Helebê yên rojhilat vekşiye û ew deverên navborî radestî hêzên bi ser rêjîma Esed ve kirin.
Li gorî heman zanyariyan, vekşandina DAIŞê ji wan deveran û kontirolkirine rêjîmê ji wan re, hate encamdan bê ku ti şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de rû bide.
Tê zanîn, ku beriya du rojan şerekî giran di navbera DAIŞê û dejberiya Sûriyayê de li wan devaran derketbû û di encam de DAIŞê her yek ji dibistana Elmoşat, zindana Elahdas û çend gund li rojhilatê Helebê kontirol kir.
Nalîn Hesen