Print this page

Îsraîl du bargehên leşkerî yên rêjîma Esed bombebaran kirin

Rojava News:Îfîxaî Aderaî berdefkê artêşa berevaniya Îsraîlê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiya ku di çend demjêmêrên borî de artêşa Îsraîlê bi topan du bargehên artêşa bi ser rêjîma Esed ve li navenda girê Colanê ji aliyê Sûriyê ve bombebaran kirin

Navborî lêzêde kir ku artêşa bi ser rêjîma Esed ve çend top avêtine nava axa Îsraîlê , ji ber wê me bargehên wan li Colanê bombebaran kirin.

Îfîxaî Aderaî berdewam kir, Artêşa Berevaniya Îsraîlê dibîne ku rêjîma Esed berpirsiyare di ber vê bombebaranê de.

Nalîn Hesen