Rojava News: Berbijêrekî komarî li Emrîkayê soz da ku eger ew bibe Serokê Amrîka ji bo sala bê, ji bo rûberûbûna Rûsyayê wê rêbazeke tûndtir bi rêve bibe, û hemen demê jî ji bo bidawî kirina kirîza penaberan yê Sûriyeyê da çareser bike wê Beşar Esed ji destihlatê dûr bixe.
Cêb boş, Potîn wek serserî binav kir û got : “dive DYA û NY sizayên xwe yên bi sedema êrîşên Okreynayê li ser Rûsyayê bidomînin.
Boş di hevdîtinekê li gel ajensa Reutersê tekez kir ku; eger ew di sala 2016an de serokatiya Amrîkayê bidest bixe, wê hevpeymaniyekê li gel Ewropa û Ereban ji bo rûxandina rêjîma Esed ava bike, û ew dibîne ku ew kar wekû bingeheke sereke ye ji bo çareseriya kirîza Suriyê û krîza penaberan ya ku roj bi roj xerabtir dibe.
Nalîn Hesen