RojavaNews :Hikumeta Nerowcê ragihand ku ewê hejmarek zêde ji penaxwazên Sûriyayê ku di riya Cemsera Bakur ji Rûsiyayê derbasî Nerowcê bûne vegerînin bo welatê Rûsyayê.
Andires Anundisîn wezîrê dadê yê Nerowcê ji kenaleke telvisonî re ragihand û got ":piraniya penaxwazên Sûriyayê ku di riya Cemsera Bakur ji Rûsiyayê derbasî Nerowcê bûne ne ji ber şer û birçîbûnê reviyane lê belê ew li cihên aram li Rûsiyaye rûdiniştin û karta neştecîbûnê ya wî welatî li gel wa ne"
Navborî lêzêde kir li gorî rêkeftinên di navbera me û Rûsyayê de divê em wan penaxwazan vegerînin Rûsyayê.
tê zanîn bi dehan welatiyên Sûrî ku ji ber şerê li wê welatî ber bi Europa koçber dibin di riya Cemsera Bakur ji Rûsiyayê diçin Nerowcê dago bighin Europa û îsal hejmara ew kesên ku bi vê awayî derbasî dewletên Europa bûne zêde bû ye bo 150 kesan .
Nalîn Hesen