Print this page

Heleb: 24 terorîstên çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Rojava News: Li gundewarê Helebê Ihris û Cebînê di şer û pevçûnê di navbera terorîstên DAİŞê û Rêxistina İslamî de 24 endamê DAİŞê 13 endamê rêxistina islamî hatin kuştin.

 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan yê Sûriyeyê, ji  wan terorîstên  DAIŞ’ê ku êrîşî gundên Ihris û Cebîn ên li bakûrê bajarê Helebê kirin,  24 endamê rêxistina navborî ya terrorist kes li gel fermanberekî wan hatin kuştin.

 

Hemendemê jî  Ji hêzên çekdarên  îslamî  13 endam  3 fermanber di nav de 3 fermandar û rojnamevanekî wan hatin kuştin.

 

Piştî şer û pevçûnên di navbera rêxistina terorîstî DAİŞê û çekdarên İslamî li  gundê Ihris , kontrola deverê ji bin destê DAİŞê hate derxistin û carekedin vegeriya   bin kontrola wê rêxistina islami.

 

Ji  aliyekî din ve li gundewarê Helebê  Til Neham û El-Sibêhiyê   di navbera hêzên rêjîmê û terorîstên DAİŞê  şer didome.

 

Sinem Bakir13:10:40