Rojava News: Encumena wezîran ya hikumeta Sûriyayê biryarek li ser dezgehên giştî bi nehiştina têkiliyê bi ti diravê biyê moleta benka navendî ya Sûrî belav kir û li gorî wê biryarê qedexeye ti têklî bi ji bilî lêreya Sûrî di hindrê welat de bê kirin .
Wê encûmenê herweha hin yasayên tûnd li ser kesên ku pabend nebin sepandin ji zîndankirin bo 15 salan bi karên zehmet re herweha desteserkiirna mal û milkên wan.
Ji aliyê xwe ve jî xwedanên navendên guhertina diravê dibêjn ku tu qîmeta lêreya Sûrî nema ye ta xelk têkiliyê pê bikin, û mebest ewe kû kesên koçberb bûne alîkariya malbatên xwe di hindrê welat de nekin.
Tê zanîn ku nirxê lêreya Sûrî di beramber nirxê dolarê Amrîkî di bazara reş de pir kêm bûye, ku yek dolar dike 340 lêreyên Sûrî, herweha nirxê her tiştî li Sûriyayê girîdaye bi nirxê dolar ve.