Print this page

24 êrîşên esmanî li Sûriyê û Iraqê li dijî DAIŞê

RojavaNews : Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 3 caran navendên DAIŞê li derdora Helelbê û Maraa dan ber bombeyan.

Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî  21 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.

Nalîn Hesen