RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan raportek li ser hejmara qurbaniyên kirîza Sûriyayê ji destpêka wê da ku di sala 2011an de bû û ta niha amade kir.
Di wê raportê de Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan eşkere kir ku di her 5 salên borî de, 250 hezar û 124 kes li deverên cuda cuda li Sûriyayê bûne qurbanî.
Rewangeha navborî eşkere kir ku di nava wan qurbaniyan de 74 hezar û 426 kesên sivîl bûn ku di nava wan de jî 12 hezar û 514 zarok, 8 hezar û 62 jin in.
Her weha di nava wan qurbaniyan de 43 hezar û 752 çedarên opezisiyanê ne her weha 91 hezar û 678 kuştî ji alîgirên Esed ku di nava wan de 52 hezar û 77 leşkerên rêjîmê û 971 çekdarêm Hizbaalh Ellbnanî ne , û derdora 3 hezar û 258 kes nasnameya wan nediyare.
Rewangeha navborî eşkere kir ku li gorî amarên ketine destê wan de bi sedan ji şervanên Kurd ku nasname Sûriyayê li gel wan nîne bûne qurabanî .
Tê zanîn ku di avdara sala 2011an kirîza Sûriyayê dest pê kir û ta roja îro ew kirîz berdewan dike ku di encamê de bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn ji bilî koçberbûne bi hezaran ji welatiyên Sûriyayê .
Nalîn Hesen