Rojava News: Rêxistina DAIŞê leskeriya bi zorê li ser xortên Reqayê ferz kir û her kesê ku neçe leskeriya DAIŞê wê were cezakirin.
Li gor agahiyan, Rêxistina DAIŞê biryarek nû derbarê leşkeriya neçarî derxistiye û xortan neçar dike ku berê xwe bidin navendên leşkerî yên wê rêxistinê daku perweredeya leşkerî bibînin.
Li gor wê biryara DAIŞê, divê xortên ku temenê wan zêdetirî 14 salan e, berê xwe bidin navendên polîs ên wê rêxistinê û navên xwe qeyd bikin.
Çavkaniyên ji Reqayê eşkere kirin, ku çekdarên DAIŞê dest bi tomarkirina navên xortan û zarokan kirine, bi hinceta ku dê wan fêrî nimêjê û xwandina quranê bike.
Çavkanî didin xuyakirin, ku ji ber wê çendê tirs li cem xelkê Reqayê çê bûye, ku ew werin neçarkirin tevlî leşkeriya bi zorê werin kirin.
Li gor agahiyan, DAIŞê ragihandiye, eger her kes pabendî wê biryarê nebe , dê bi tundtirîn şêwe were cezakirin.
Niha hejmarek zêde ji zarokên ku temenê wan kêmî 18 salan e, di nav çekdarên DAIŞê de perwerdeya leşkerî dibînin.