Print this page

Rûsyayê di vê hefteyê de 346 caran DAIŞ’ê bombebaran kir

Rojava News: Navenda Operasyonên Giştî yê Sererkaniya Rûsyayê ragehand ku di nava vê hefteyê de firokeyên Rûsyayê 346 pêgehên DAIŞ'ê jinav birine..

 

Serokê Navenda Operasyonên Giştî yê Sererkaniya Rûsyayê  Andrey Kartapolov ragehand ku firokeyên Rûsî 394 caran li ser esmanên Sûriyê firîne û 364 pêgehên DAIŞ’ê bombebaran kirine.Kartapolov diyar kir ku jiber bombebaranê gelek çekdar mirine û gelek jî xwe diveşêrin û direvin.

 

Andrey Kartapolov da zanîn ku operasyonên bejayî jî bi hemahengiya artêşa Sûriye pêktên û got ku di encama operasyonan de DAIŞ’ê gelek çek û cebilxaneya xwe jî wenda kiriye.

 

Kartapolov herwiha diyarkir ku jiber van êrîşan rewşa çekdaran nebaş bûye û di nava rêxistinê de revan destpêkiriye û got: ”Êdî çekdar ji rêxistinaxwe nerazî ne, baweriya wan şkestiye.”

 

Kartapolov herwiha îdîa kir ku nêzîkê 100 çekdarên vê rêxistinê bi navê peaberiyê reviyane Tirkiyê.

 

09:54:34