Rojava News: Rojnameya Financial Times dibêje, hikûmeta Sûriyê û DAIŞê li ser parvekirina petrol û gazê li hev kirine. Opozîsyona Sûriyê jî dibêje, Şam û DAIŞê ji destpêka avabûna DAIŞê ve bi hev re ne.
Li ber çavan û bi aşkereyî, hikûmeta Sûriyê û rêxistina DAIŞê tîyê xwîna hev in û şerê hevdû dikin, lê di çend çavkaniyên nûçeyan de derdikeve ku herdû alî hevkariya hev di dabeşkirina çavkaniyên enerjiyê de dikin.
DAIŞê dest daniye ser pirraniya bîrên neftê, û kargehên berhemdana gazê li rojhilat, naverast û bakurê Sûriyê. Hikûmeta Sûriyê jî bi hemû şêweyan hewil dide ku çend kargehên ku li rojhilatê Humsê di bin kontrola wê de ne ji dest nede.
Li gorî rojnameya Financial Times, ku hevpeyvîn bi çend karmend û karkerên wan kargehan re kiriye, rêkeftina DAIŞê û hikûmeta Sûriyê li ser gazê ye ne li ser neftê.. Bi gotina wan, ew tenê çend girêbest in ji bo gihandina xizmetan, ne girêbestên maddî ne û ti nivîsandineke fermî jî di navbera herdû aliyan de nîne û girêbest tenê devkî ne.
Opozisyona Sûriyê dibêje ku hevkarî di navbera DAIŞê û hikûmeta Sûriyê de, hevkariyeke kevin eû hîn berdewam e.
Endamê rêveberiya Îtilafa Sûriyê Ehmed Remezan li ser vê yekê ji Rûdawê re got: “Hevkariya di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞê de ne nû ye. ji destpêka damezrandina DAIŞ ve sala 2013an me ev yek berçav dît. DAIŞ û rejîmê kar li deveran li hev parve dikirin, paşê ev yek pêşket û rejîmê û DAIŞê bi hev re petrol derdixistin û ji bo hev dişandin, paşê jî hemahengî di navbera herdû aliyan de hebû û DAIŞê elektirîk dida herêmên di destê rejîmê de, û herwiha jî derbaskirina kelûpelên xwarinê ji bo deverên di jêr destê DAiŞê de."
Berya niha, di daxuyaniyekê de, Wezareta Neftê ya Sûriyê amaje bi wê yekê kiribû ku karmendên çend kompaniyên ser bi hikûmetê ve di jêr desthilata DAIŞê de mayine da ku dam û dezhehên wan deveran biparêzin. Bi gotina Faynanşil Taymis, piraniya wan karmendan sunne ne tevî ku xiristyan li wan deveran cizye didin lê ew rastî mameleya xerab ji aliyê DAIŞê ve tên.
Yek ji wan kargehên gazê ku DAIŞê dest daniye ser, Kargeha Tiwênan e ku bi 80 kîlometroyan li başûrê rojavayê bajarokê Tebqa li parêzgiha Reqayê dikeve. Gaza ku li wê kargehê tê berhemdan, ji bo wêzgeha elektirîkê li nêzîk bajarê Helebê tê şandin. Li gorî rêkeftinekê, 50 mêgawat ji elektirîkî ji hikûmeta Sûriyê re û 70 mêgawat ji rêxistina DAÎŞê re tên terxankirin.
Ev kargeh ji aliyê kompaniya Hisko ve tê birêvebirin ku xwediyê wê Corc Heswanî ye û navê wî di lîsteya reş a welatên Yekîtiya Ewropa de hatiye bi sedema mamelekirin li gel DAIŞ û rejîma Sûriyê.
Rojnameya Financial Times her wiha amaje bi wê yekê dike ku kompaniya Hisko 15 milyon lîreyên Sûrî ku, dike 50 hezar dolarên Amerîkî, dide DAIŞê da ku amûrên kompaniyê biparêze.
Kurê xwediyê Kompaniyê, Mîşêl Heswanî red kir ku kompaniya wan ti pereyan dide DAIŞê, lê mukur hat ku DAIŞ beşekî ji kargeha wan birêve dibe…