Print this page

17 welat wê deriyên xwe pêşiya penaberên Sûriyê vekin

Rojava News : Serokê Komîta Bilind a Penaberan di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di kongireyekî rojnamevanî de piştî bidawîbûna civîna Komîta Cîbicîkar a Alîkariya Penaberan li Cinêv ragehand: “Di civînê de biryar hate sitendin ku 17 welatên cîhanê deriyê xwe li ber penaberên Sûriyê vekin û her welatek pêşwaziya 10 hezar kes bike.”

Li gorî gotina navborî ev welat jî evin: “Ustiralya, Nemsa, Kanada, Fîlanda, Almaniya, Hingarya, Loksomborg, Holanda, Nîyozlanda, Ispanya, Siwîd, Siwîsra, Danîmark, Fransa, Amerîka û Meksîk.”

Navborî got jî: “Ev yekem care ku welatekî wek Meksîk rezamendiyê dide ku penaberan wergire û alîkariya baş jî bo wan bike.”

Herwiha amaje bi wê jî da ku welatên derdora Sûriyê ji ber qeyrana darayî û barê abûrî nikarin xizmetguzariyek baş bo penaberan bikin û got: “Iraq, Tirkiyê, Urdin, Libnan û Misir ji ber pirsgirêkên darayî nikarin wek lazim alîkariya penaberan bikin, ku zêdetir ji 2 milyon penaber li xwe girtine.”

Di civînê de Wezîrê Derve yê Iraq, Urdin, Tirkiyê, Nûnerê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Karûbarên Civakî yê Libnanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Misir beşdarî kirin.

Serokê Komîta Bilin a Penaberan Antonio Guterres herwiha ragehand: “135 welat, 7 Rêxistinên Hikûmî, Banka Navdewletî, 9 Ajansên Taybet bi NY û 29 Rêxistinên ne Hikûmî di vê civînê de beşdabûn.”