Print this page

Balafirên Rûsyayê çolwarê Lezkiye yê dan ber bombaranê!

Rojava News: Balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin ser çolwarê Lezqiyeyê gundê  Bişurfayê, di êrîşê de 50 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 

Rayedaran daxuyandin ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û tîmên parastina sivîl jî hewl didin ku xwe bigihînin kesên di bin avahiyên hilweşiyane mane derxin.

 

Li gor ku El Cezîre daxuyandiye; dema balafiran êrîşa ewil kir û hin kes di bin enqazan de man û mirov çûn alîkariya wan ku wan ji binê enqazan derxin, balafiran êrîşa duyemîn jî kirin.

 

Bi êrîşa Balafirên Rûsyayê   hin kes mirin û birîndar bûn. Lê mirî û birîndar di êrîşa duyem de zêde çêbûn, lewra rûsan êrîşî kesên ku hatin alîkariya birîndaran bikin, kirin.

 

Li gor agahiyan balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin li ser gundê Bişurfayê. Di êrîşê denêzîkî  50  sivîl mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.