Rêxistina Çawderiya mafê mirovan ya Sûriyeyê daxuyand ku; Rusyayê bêtirî bi 500 sortiyê êrîşên bombarana balafiran lê daye, 120 jê sivil û 370 kesî jiyana xwe ji dest daye. NY jî diyarkir ku bi sedemên bombabaranê di navbera çend rojan de 35 hezar nişteciyên bajêr koçkirine.
Rêxistina Çawderiya mafê mirovan ya Sûriyeyê ku navenda xwe li Brîtanya ye got, di nava vê hêjmarê li çolwarên Lezqîye bi saroxên Rusî 45 kesên dijbereyê û sivil yê ku hatibûn kuştin jî hene.
Bombaranên Rusyayê yên Helebê, Humsê û çolwarê Lezqiyeyê dike ermanc buye sedem bi kêmayî 100 hezar kes mal û ware xwe bi terikînî û ber bi koçberiya navxwe û ya derve ve biçe.
Wezîrê berewaniya Rusyayê li Mosqowayê got; 60 êrişê bombaranê bi ser Suriyeyê de pêk hatine, ermancê wan êrişan sengerên rêxistina terorîstî El Nusra û DAİŞê buye, herweha di nav hedefê bombaranê de depoyeke alavên leşgerî jî li Dêrezorê hebû.
Nivîsengeha Koordinasyona alîkariya mirovî ya girêdayî bi NY ji daxuyand û got; Ji ber êrişên bombarana balafirên Rusyayê yê bi ser Helebê de, di çend rojan de 35 hezar kes ji bajêr reviyaye.
Li gor raporta NY ku ji çawkaniyên herêmê wergirtine; pêla mirova ku jin û zarok jî tê de gelekin berê xwe dane devera Kefer Naha û Orem Kûbra ku dikevê rojhilatê başûrê Helebê.
Herweha di raportê de behsa Pêla koçkirî û pêvistiyê wê tê kirin; pêdiviyên wek xorek, da karibin xwe ji sermayê biparêzin cîhê penahî lazime. Ji ber ku xelkê koçkirî bi zarok û jin a ve li ber sermayê mane.
Ji aliyê din ve artêşa Sûriyeyê bi alikariya hevalbendê xwe îran û Hizbullaha Libnanê berî 3 rojan dest bi operasyonên berfireh li Helebê kirin.
Li gor Rêxistina Çawderiya mafê mirovan ya Sûriyeyê; berê operasyonên rejimê ji navendên Helebê zêdetir bi ser senger û cîhê çekdarên dijbereya Suriyeyê ve ye. Di rojekê de 3 gund ji destê çekdarên dijbereya Suriyeyê derxistin û 17 çekdarên dijbereyê hatin kuştin 8 ji leşgerên rejimê jî ne diyarin.
Çawderiya mafê mirovan herweha balkişand ser wê yekê ku; Rêjima Sûriyeyê û hevalbendê wê li bakurê İdlibê û bajarê Hamayê dest bi êrîşên nû kirine, û bi alîkariya Rusyayê li derdora Şamê û bajarê Deraa ku di sînorê Urdinê ye gurr bûne.
Li gor çawderiya mafê mirovan di navbera dû rojan de di êrîşên li Humûsê de 31 jê jin û zarok 72 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Sinem Bakir
12:28:54