Print this page

Rûsya ji bo Sûriyê planek nû pêşkeş dike û tê de rol dide Beşar Esed û Artêşa Azad

Rojava News :Rûsya planek nû bo çareserkirina pirsgirêk û şerê navxwe yê Sûriyê pêşkeş dike û tê de rol dide Beşar Esed û Artêşa Azad.

Doh wezîrên derve yê Rûsya, Amerîka, Tirkiye û Erebîstan Siûdî li paytexta Avûstûrya Viyanayê li ser mijara Sûriyê kom bûn. Lê belê di vê kombûnê de ti encamek derneket.

Malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriyayê li ser zarê medyayê Rûsyayê di vê hevdîtinê de planek nû ya ji bo çareserkirina pirsgirêk û şerê navxwe yê Sûriyê disekine ku tê de rol dide Beşar Esed û Artêşa Azad.

Di plana Rûsya de Esed xwe nake namzetê serokatiya Sûriyê, lê belê heta hilbijartinan li ser desthiladariyê dimîne. Ji bo pêk anîna vê planê jî 15 heya 18 mehan dem tê diyar kirin.

Herwiha li gor vê planê rejîm û opozîsyon ablûqeya li ser hev radikin, şer tê ragirtin û heta hilbijartinan jî hikûmetek demkî yê hevbeş tê sazkirin.

Lê belê ev pêşniyar ji aliyê welatên din ve nahetiye qebûl kirin.