Rojava News :Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku, hêzên asmanî yên Rûsyayê amade ne alîkariya Artêşa Azad a Sûriyê bikin eger ew jî şerê DAIŞê bikin.
Sergey Lavrov ji televîzyoneke welatê xwe re ragihand: “Em jî amade ne pişta dijbereya niştimanî mîna Artêşa Azad bigirin bi rêya hêzên asmanî di şerê li dijî DAIŞê de.”
Lavrov wiha got: “Dem hatiye ku amadekarî bo lidarxistina hilbijartinên parlamento û serokatiya Sûriyê werin kirin. Dibe di pêşerojeke nêzîk de pêşketin di warê çareseriyê de pêk werin.”
Wezîrên Derve yên Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdî û Tirkiyê li paytexta Nemsa Vienna derbarê şerê li Sûriyê civiyan û derbarê wê civînê heta niha hûrgilî nehatine belavkirin.
Rojnameya Şeriq El-Ewset li ser zimanê dijbereya Sûriyê ragihand ku, Rûsya pêşniyar kiriye ku Serokê Sûriyê Beşar Esed careke din xwe hilnebijêre, lê vê carê heta dawiya serokatiya xwe bimîne.
Herwiha Rûsya pêşniyar kiriye ku şer di navbera Artêşa Sûriyê û Artêşa Azad de raweste û hilbijartinên parlamento, hikûmet û serokatiya Sûriyê pêk werin