Print this page

15 êrîşên asmanî li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyayê

Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Kurdistan, Iraq û Sûriyê 15 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.

Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekêde ragihand ku, balafirên wan di nava 24 saetên borî de, 15 caran êrişî DAIŞê li Kurdistan, Iraq û Sûriyê kirine.

Li gorî wê daxuyaniyê, balafiran 14 caran li Iraqê dane û tenê carekê li Sûriyê dane ew jî li navçeya Marî ya parêzgeha Helebê bû. Herwiha 14 carên din li Iraq û Kurdistanê li DAIŞê dane.

Hevpeymaniya navdewletî wiha got: “Balafirên me li Mûsilê, Mexmur, Şingal, Tilefer û li Rûmadî li DAIŞê dan.”