Rojava News: Hêzên bi ser rejîma Esad bi Fûzeyan êrîşî bazara Bajarê Dûma yê Şamê kirin, di encamê de 40 welatiyên sivîl hatin kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Hêzên Rejîma Sûriyê zêdetirî 12 fûze avêtine bazareke li Bajarê Dûmayê yê li gundewarê rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê. Di encama avêtina Fûzeyan de 40 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Daxuyanî dide xuyanîkirin, ku Artêşa Sûriyeyê û milîsên ser bi hikûmetê ve êrişî bajarokê Heresta li Xoteya Rojhilat kirine, lê encamê êrişê nehatiye zanîn.
Li gor agahiyên Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyeyê, hêzên ser bi hikûmetê ve di demên nîve şevê de bi hawinan û çekên giran êrişî bajarê Dûmayê kirin û di encamê de jinek hat kuştin.