Print this page

Hims: DAİŞê Bajarokê mesihiyan kontrol kir

Rojava News: Rêxistina terorîstî  DAİŞê  doh êrîş birin ser devera dibin kontrola Hêzên rejimê   Muhînê û   piştî şer û pevçûnên gran  rûdan kontrolkirin dever xistin bin kontrola xwe..

 

Devera Muhîn bi ser Hûmsê ye û Nişteciyên wê bêtirî xwe Mesîhîne, dohî kete bin kontrola rêxistina terorîstî DAİŞê.

 

Li gor çawkaniyekê ji Rojava News re ragihandiye; Çekdarên DAİŞê bi du  otomobîlê balgirgir ku bombereşkirînê êrîş biriye rêbendê Muhînê, piştre jî hemû dam û dezgehên fermî yê bajarokê Mehin kontrolkirin.

 

Nişteciyê deverê mal û ware xwe bi cî hêlane û reviyane ber bi cihê penahî ve.

 

Berî demekê rêxistina terorîstî DAİŞê  li gundewarê Hûmsê  Cezelê 2 bîrên petrolê jî kontrolkiri bû.

 

Sinem Bakir