Rojava News: Wezareta Berewaniya Rusyayê daxuyand ku li Sûriye bi ser çeper û sengerê DAİŞ û El Nusrayê bi giştî 237 êrîşên asmanî kirine.
Wezareta Berewaniya Rusyayê iddia kir ku 237 sengerên aidê DAİŞ û El Nusrayê bombaran kirine.
Li gor daxuyaniya Wezaretê; Ji bo çeperê koordînatkirî frokên Rusî di navbera du rojan de 131 carî bi havaketine û 237 caran navendên rêxistinên terorîstî yên li Şam, Heleb, Laziqiyê, Hûmis, Xama û Raqqayê bombarankirin.
Sinem Bakir