Rojava News: Belemek din ya koçberan di deryaya Egyê de di dema ku ji Tirkiyayê berê xwe dabû Yunansitanê bin av bû û di encam de zarokek Sûrî xeniqî û bavê wê zarokê jî wende bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku welatiyê bo navê Mihemed Abûd Elarif ku xelekê parêzgeha Helebê ye li nêzîkî beravên Yunansitanê wenda bû û keçe wî di nava deryayê de xeniqî.
Li gorî heman agahiyan ku ji malbata Mihemed tenê hevjîna wî li gel kurê wî gihiştine Yunansitanê.
Hêjayê gotinê ku ji destpêka vê pêla koçberiyê berû dewletên Ewroupa bi hezaran koçber di nava deryayê de jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kesên din jî ta niha wendayê ne .
Nalîn Hesen