Print this page

Nusra ji bo serbestberdana rojnamevaneke dujanî Almanî 6 Milyon Euro dixwaze

Rojava News : Bereya El-Nusra ku şaxeke El-Qaîde ye li Sûriyê, rojnemevaneke almanî li parêzgeha Idlibê revand. Bo rizgarkirina wê jinê, El-Nusra daxwaza 6 milyon EURO ji welatê wê dike.

Malpera fermî ya Partiya Demqrata Kurdistan Sûriya li ser zarê meydyên Erebaî û cîhanî belav kiriya ku, çekdarên Bereya El-Nusra beriya 20 rojan jinek almanî li Sûriyê revandine ku rojnemavan e û li navçeya Selqîn a ser bi parêzgeha Idlibê ketiye destê wan de, Lê navê wê belav nekirine.

Ew rojnamevan ducanî ye ango avis e û beriya mehekê bo karê rojnamevanî ji rêyekî neqanûnî ji Tirkiye çûye Sûriyê û piştî 10 rojan ji mana li Sûriyê hatiye revandin.

El-Nusra li hember selametiya wê rojnamevanê û zaroka di zikê wê, daxwaza 6 milyon EURO ji Hikûmeta Almanya kiriye.